Sairun: Muzakere wê bi Sunnî û Kurdan re bidomin!

Sairun: Muzakere wê bi Sunnî û Kurdan re bidomin!

PeyamaKurd- Tevgera Sairûn ya di bin serokatiya Mukteda es-Sadr de hewl dide ku li Iraqê hikûmetê ava bike.

Di derbarê mijarê de ji pêşdarên Koalîsyona Sairunê Muhammed Reşk daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha axivî: “Di parlamentoyê de herî zêde me kursî bi dest xistine. Ji ber vê yekê mafê me ye ku em hikûmetê ava bikin. Em ti caran jî li vî mafê xwe nabûrin.”

Muhammed Reşk wiha berdewam kir: “Ji bo avakirina hikûmetê hevdîtinên me bi serkeftî didomin. Tenê pirsgirêkên me bi Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya di bin serokatiya Nûrî el Malikî de re hene. Muzakereyên me bi Kurdan û Sunniyan re didomin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin