PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya rejîma demkî ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniyên dawî yên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da.
Rayedarekî wezaretê yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, diyar kir ku danûstandinên bi HSDyê re heta niha tu encamên berbiçav bi dest nexistine û aliyê Kurdî bi bikaranîna diyalogê ji bo "berjewendiyên medyayê" tawanbar kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku axaftinên li ser yekkirina saziyan û dabeşkirina desthilatdariyê bi tenê wekî daxuyaniyên teorîk mane û di pratîkê de tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Hikûmeta Şamê gumanên xwe li ser cidiyeta HSDyê ya derbarê "Peymana 10ê Adarê" de anîn ziman û ragihand ku bêyî bernameyeke bicîhanînê ya fermî, axaftinên li ser "lihevhatina nêrînan" bêqîmet in.
Mijara petrolê û rêveberiya nenavendî jî di daxuyaniyê de cih girtin. Şamê ragihand ku daxuyaniyên HSDyê yên dibêjin "petrol milkê hemû Sûriyan e" ne pêbawer in heta ku dahata petrolê nekeve bin kontrola saziyên dewletê û budçeya giştî. Her wiha, Wezareta Derve modela "nenavendîkirina siyasî û ewlehî" ya HSDyê wekî gefeke li ser yekparçeyiya dewletê bi nav kir û tekez kir ku ew hebûna hêzên leşkerî yên li derveyî artêşa Sûriyeyê û kontrolkirina yekalî ya deriyên sînor qebûl nakin.