PeyamaKurd – Serokatiya rejîma Sûriyê derbarê naskirina herdu herêmên Ûkrayna Donetsk û Luhanskê ji aliyê Rûsyayê ve daxuyaniyek belav kir û ragihand, wan 2 meh berê helwesta xwe ya naskirina Luhansk û Donetskê jî şandeke rûsî re eşkere kiriye.
Serokatiya Sûriyê bal kişand ser serdana şanda Parlamentoya Rûsyayê ya du meh berê bo Şamê û da xuyakirin, “Di wê demê de Serokê Sûriyê Beşar Esed amadebûna Sûriyê ji bo naskirina komara Donetsk nîşan da û hat lihevkirin ku dest bi danîna pêwendiyan bi wê re bike.”
Serokatiya Sûriyê daye zanîn, ew amade ne komarên Luhansk û Donetsk nas bikin û ew amade ne dest bi avakirine pêwendiyan bi wan re bikin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî îro di Foruma Valdai de li Moskowê got: “Tiştê ku welatên rojava îro li dijî Rûsyayê dikin, dişibie heman tiştê ku li dijî Sûriyê tê kirin e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin