Şanda Îranê ji bo danûstandinên DYAyê gihîşt Swîsreyê

Şanda Îranê ji bo danûstandinên DYAyê gihîşt Swîsreyê

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ragihand ku şanda danûstankar a Îranê ji bo tevlî civînên ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bibe, gihîştiye xaka welatê wan.

Piştî îmzekirina rêkeftina dîrokî ya bi navê "Peymana Îslamabadê", qonaxa yekem a rûniştinan ku li ser xalên peymana aştiyê ya mayînde wê bê axaftîn, dest pê dike.

Wezareta Swîsreyê got: "Em bi kêfxweşî pêşwaziya hatina şanda Îranê bo Swîsreyê dikin."

Hate diyarkirin ku şanda Tehranê yekser derbasî bajarokê Bürgenstockê bûye, ku biryar e danûstandinên teknîkî û dîplomatîk li wir werin meşandin. Li aliyê din Ajansa Fermî ya Îranê (IRNA) jî ev nûçe piştrast kir.

Tê çaverêkirin ku Serokê Tîma Danûstandinan û Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf serokatiya vê şandeya krîtîk bike. Li gorî zanyariyên hatine parvekirin, di nava şandeyê de wekî endamên payebilind Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Baqirî û Serokê Bankeya Navendî ya Îranê Evdilnasir Hîmetî cih digirin.