Sanda kurd ji bo çareser kirina pirsgirêka kurd li Moskowa ya

Sanda kurd ji bo çareser kirina pirsgirêka  kurd li Moskowa ya

PeyamaKurd - Li ser vexwandina Wezareta Derve ya Rûsya yê şandeke Kurd gihişt Moskowê û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov civiyan.

Li gor nûçeya K24ê, şandeke rewşenbîr û akadesyenên Kurd li ser vexwandina Wezareta Derve ya Rûsyayê, ji bo pirsa Rojavayê Kurdistanê gihişt Moskowê û li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov civiyan.

Endamê şanda akadesyenên Kurd Ekrem Onan li ser naveroka civîna bi Bogdanov re ji K24ê re ragehand: “Yek ji girîngtirîn pirsên bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê re guftûgo kirine, pirsa Rojavayê Kurdistanê bû. Em ji Wezarate Derve ya Rûsyayê têgihîştin ku ew amade ne alîkariyê bikin bo aliyên Kurdî nêzîkî hev bibin û rola navbênkariyê di navbera Kurd û çi hikûmeta Sûriyê û çi opozîsyona Sûriyê de bigirin. Helwesta Rûsyayê jî erênî bû.”

Herwaha endamê şandê Ehmed Elî jî ragihand: “Rûsya welatekî bi bandor e û me daxwaz jê kir ku roleke erênî di navbera Kurdan û bi teybetî ji kurdên Sûriyên de, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê bigrin ser xwe.”

Herwaha got: “Me daxwaz ji aliyê Rûsî kir ku tekeziyê li projeya Rûsî ya ji bo dirustkirina destûra Sûriyê ku tê de hatibû Sûriye federalî be û mafê otonomî ji Kurdan re hebe û careke din wê projeyê pêşkêş bike. Ji bo çawisandina Kurd li Sûriyê dubare nebe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin