Sanders dawî li kampanyaya xwe ya bo Seroktîya Amerîka tîne

Sanders dawî li kampanyaya xwe ya bo Seroktîya Amerîka tîne

PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî Bernie Sanders, ku yek ji du namzedên dawîn yên Demokratan bû, îro ragihand ku ew dawî li kampanyaya xwe ya bo seroktîya Amerîka tîne.

Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê (VOA), Sanders demeke dirêj di nava hemî namzedan de di rêza yekê de bû, lê piştî ku namzedên din ji bo piştgiriya Joe Biden ji kêbirkeya namzediêyê vekişîn, şansa wî kêm bûbû.

Sanders wek qanûndanerekî pêşverû tê zanîn û piranîya alîgir û piştgirên wî hilbijarên genc in. Partiya Demokratan wê di hefteya 17ê Tebaxê de li eyaleta Wîsconsîneyê bi fermî endamê xwe eşkere bike.

Partîya Komarparêzan jî wê di 24-27ê Tebaxê de li bajarê Charlotteya Bakurê Carolînayê kongreyekê pêk bînin û di kongreyê de Donald Trump, Serokê niha weke berendamê fermî yê partîyê eşkere bikin.

Li Amerîkayê di hilbijartinên 3yê Mijdaraya 2020an de kî bi ser bikeve wê dê di 20ê meha Çile ya sala 2021ê de li Koşka Spî li ser kursiyê serokatiyê rûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin