Şaredarî karkerekî ji kar derxist û karker bi şûr û çekê êrîşî ser şaredariyê kir

Şaredarî karkerekî ji kar derxist û karker bi şûr û çekê êrîşî ser şaredariyê kir

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Kastamonu şaredariya bajêr karkerekî ji ser karê wî derxist. Kesê bi navê M.Ö. li ber şaredariyê diqêriya û digot ku “we bi nanê me leyîstiye”. Bi şûr û bi demança xwe diçe ber şaredariyê.

Li ser gilîkirina welatiyan polîs çûn ber şaredariyê û karkerê berê di şaredariyê de dixebitî xist bin çav. Çalakvan dixwest bi şaredar re biaxife. Lê dema bersivê nesitend bi demançê çend gule bera hewa da.

Polîs li ber şaredariyê lêkolînan kir û ereba M.Ö. ji ber şaredariyê kişandin.