PeyamaKurd - Serfermandarê Îsraîlê Eyal Zamîr, fermandarê Fermandariya Bakur, fermandarê Firqeya 210an û hejmarek fermandarên din ên Îsraîlê gerek li başûrê Sûriyeyê pêk anîn.
Eyal Zamîr di vê serdanê de diyar kir ku wî rewşa meydanî û belavbûna hêzên leşkerî li herêmê şopandiye û herwiha bi leşkerên yedek re hevdîtin pêk anîne.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Cebata El Xeşeb ê gundewarê bakurê Quneytîrayê bi ser gelek malan de girtine û 2 kes binçav kirine.
Li gorî Radyoya Artêşa Îsraîlê, biryara Îsraîlê ya pêkanîna êrîşê li ser hedefên li Sûriyeyê, asta fikarên wê li ser bicihkirina pergala radarê ya pêşketî ya Tirkiyeyê li axa Sûriyeyê de nîşan dide.
Radyoyê ragihand ku dibe ku pergala radarê ya Tirkiyeyê tevgerên hewayî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê sînordar bike û li pêşiya operasyonên wê yên hewayî, di nav de tevgerên wê yên veşartî yên li dijî Îranê bibe asteng.