Sedir bang li parlamentarên serbixwe yên Iraqê kir

Sedir bang li parlamentarên serbixwe yên Iraqê kir

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir beriya civîna 26ê Adarê ya Parlamentoya Iraqê bo diyarkirina posta serokomariyê li ser twitterê bang li parlamentarên serbixwe kir.

Sedir peyama xwe de spasiyê li parlamentarên serbixwe dike û dixwaze di civîna hilbijartina serokomar de cî bigirin û dengê xwe bikar bînin.

Sedir wiha gotiye: “Her çiqas min rasterast nebihîstibe, lê bersivek hestpêkîrî ya birayên serbixwe têkildarî twita min a dawî hebû, ez spas dikim ku berjewendiyên nîştimanî li pêşiya berjewendiyên xwe yên taybet girtine.”

Herdwiha Sedir dibêje, “Em bi israr in ku di demek herî kurt de xelateke herî xweşik bidin, lê ne bi parvekirina kekan, ji ber ku ne em bi vê razî ne û ne jî ew.”

Di hilbijartina serokomariyê de, tê çaverêkirin hevpeymaniya Sedir û Suniyên ereb ên Iraqê piştgiriyê bidin namzedê PDKê Rêber Ehmed ku di nav namzedan de yek ji namzedê herî bihêz e.

Hêjayî gotinê ye, li Iraqê bi giştî 40 parlamenterên serbixwe hene û li ser wergirtina biryarên parlamentoyê xwedî bandorekê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin