Sedir: Peyama we gihîst, bêguman we kesên gendelkar bizdandin

Sedir: Peyama we gihîst, bêguman we kesên gendelkar bizdandin

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji bo xwepêşanderên alîgirên tevgera xwe peyamek belav kir û diyar kir: “Tiştê rû dide şoreşa çaksazî û redkirina gendeliyê ye.”

Di peyama xwe de Muqteda Sedir ji xwepêşanderan re da zanîn: “Peyama we gihîşt, bêguman we kesên gendelkar bizdandin.”

Herwiha Sedir ferman da xwepêşanderan ku du riket nimêj bikin û bi silametî vegerin mala xwe.

Muqteda Sedir bi rêya xwepêşandana do, peyameke nû gihand Çarçoveya Hevahengiyê, weke nîşandana wê yekê ku nikarin hewldanên xwe yên pêkanîna kabîneya hikûmetê bi ser bixin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin