Sedr: Hikûmeta nû divê pirsgirêkên bi Kurdan re çareser bike

Sedr: Hikûmeta nû divê pirsgirêkên bi Kurdan re çareser bike


PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr piştî civîna li gel şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê got: Divê hikûmeta pêşerojê pirsgirêkên li gel Kurdan çareser bike.

Şandeke payebilind a PDKê bi serokatiya sekreterê polîtboruyê Fazil Mîranî û Berdevkê Serok Barzanî Umîd Sebah serdana Bexdayê kir.

Di çarçoveya hevdîtin û civînên xwe de, şanda PDKê îro piştî nîvro li Bexdayê li gel Muqteda Sedr hevdîtin pêk anî.

Rayedarên PDKê ragihandin ku şanda wê partiyê ji bo civîna li gel aliyên serkevtî yên di hilbijartinên 12ê Gulanê de û herwiha bo guftûgoyên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin