PeyamaKurd - Sekreterê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Yalçin derbarê dûrxistina karmendên şaredariyê de ragihand ku wî bi kêfxweşî karmend ji kar avêtine.
Sekreterê Qeyûmê Wanê Mustafa Yalçin li ser medyaya civakî kurtê vîdeoyek belav kiriye ku tê de behsa çawaniya dûrxistina karmendên şaredariyê dike. Di heman demê de ew vîdeoya Mustafa Yalçin di meyaya civakî bûye cihê nerazîbûnê.
Mustafa Yalçin ku hêj şaredarê navçeya Talasa bajarê Qeyseriyê di kurtêvideoyê de ku bûye cihê nerazîbûnê de dibêje: “Bi îmzeya min 653 kes ji kar hatin dûrxistin. Herwiha bi biryara hikemên qanûnê de (KHK) jî qasî min dûrxistin ji kar hatin derxistin. Ez vê yekê jî bibêjim, dema min ew ji kar dûrxistin, gelek kêf û zewqa min pê hat. Min ji Birêz Hasekî re ji behsa vê yekê kir.”
Kayyum döneminde Kayseri’den getirilerek Van Büyükşehir Belediyesi’ne Genel Sekreter yapılan Mustafa Yalçın KHK ile ihraç etmenin ne kadar hukuki olduğunu zevkle anlatıyor! pic.twitter.com/gvSZ1X7kJ4
— Ömer Faruk Gergerlioğlu (@gergerliogluof) April 22, 2019
GERGERLIOGLU BETEK NÎŞAN DA
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu axaftina Yalçin li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û nerazîbûna xwe anî zimên
Gergerlioglu got: “Mustafa Yalçin di heyama qeyûm de ji bajarê Qeyseriyê bo sekreteriya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê anîn. Yalçin niha bi zewq behsa dûrxistina bêhiqûqî ya karmendên şaredariyê bi biryara hikmên qanûn de dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin