PeyamaKurd - Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson ragihand, êdî dem hatiye Washington cezayên li Ser Sûriyê Sivik bike.
Piştî ku Hikûmeta Brîtaniya sivikirina cezayên li ser Sûriyê ragihand, Senotorê Amerîkî Joe Wilson jî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got: "Dem hatiye ku Amerîka heman tiştî bike û alîkariya Sûriyan ji bo vegera wan bo warê xwe û dubare avakirina welatê xwe bike".
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 13ê Sibatê Hikûmeta Brîtaniya ragihand ku ew ê piştî hilweşîna rejîma Esed guhertinan di sîstema sizayên ser Sûriyê de bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin