PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Mitch McConnell beriya Civîna Bilind a NATOyê ya ku wê di 11-12 Tîrmehê de bê lidarxistin daxuyanî da.
Li gor nûçeya Dengê Amerîka, Mitch McConnell, serokê kêmîneya Komarîyan li Senatoyê, meclisa bilind a Kongresa Amerîka, ku Demokrat tê de piranî ne, roja Çarşemê berî civîna NATOyê ji malpera nûçeyan a Punchbowl re axivî.
Senatorê Komarî piştgirî da nêrîna Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoyê yê Partiya Demokrat Bob Menendez a derbarê firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re û got, "Ez yek ji wan kesan im ku heta ku Swêd nebe endam, ne li gel firotina F-16an bo Tirkiyê me."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin