PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji 24ê Sibatê destpêkirina êrîşên Rûsyayê bi ser Ukraynayê de heta niha 12 rojnamevan hatine kuştin.
Serdozgera Giştî ya Ukraynayê Irina Venediktova ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa Rûsya li ser Ukraynayê û heta niha, 12 rojnamevan hatine kuştin û 10 rojnamevanên din jî birîndar bûne.
Venediktova da xuyakirin, 56 kes ji endamên tîmên medyayî yên romala şerê li Ukraynayê dikin ketine ber êrîşan de ku ji wan 15 kes biyanî ne.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî ji ber şer heta niha 6.5 mîlyon kes li nav Ukraynayê koçber bûne û 3.2 mîlyon kes jî koçberî welatên cîran ên ewropî bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin