PeyamaKurd- Îhtîmala şerê di navbera Îran û Amerîkayê de gelekî bilind bûye. Di meha pêşiya me de heye ku Amerîka li dijî Îranê şêrr îlan bike.
Televîzyona ABC ya Amerîkayê îddayeke girîng avête meydanê. Li gorî îddaya ABCê di meha pêşiya me de Amerîka wê rasterast bi Îranê re şer bike.
Televîzyonê îddayên xwe isnadî çavkaniyên ewlekariya Amerîkayê kirin û got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku navendên çekên atomî yên Îranê hedef bigire, amadekariyên xwe dike.
Li gorî îddayan, Amerîka ji bo navendên çekên atomî yên Îranê hedef bigire, wê bi Awustralyayê re hevkariyê bike û baregeha hevpar ya Amerîka-Awustralyayê ya li Pine Gapê bi kar bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin