PeyamaKurd-Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku xilaskirina Donbasê, karê pêşîn ê Moskowê ye. Lavrov bi berdewamî got ku diyarkirina çarenûsa Ukraynayê jî di destên xelkê Ukraynayê de ye.
Ajansa Nûçeyan a Şarku’l Avsatê, li ser nûçeya Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê RIA Novostkiyê ragihandiye ku Sergey Lavrov di gotareke ku daye Kenala TF1ê de gotiye ku “Xilaskirina herêmên Donetsk û Luhanskê ku Rûsya wan wekî dewleteke serbixwe nas dike, ji bo welatê me karê pêşîn ê bê şert û merc e. Dema mijar were ser deverên din ên Ukraynayê jî dê xelkê li wan herêman biryara çarenûsa xwe bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin