Serokê Durziyên Îsraîlê bi Netenyahu re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê rûhanî yê Durziyên li Îsraîlê Şêx Muwafaq Tarif bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenayhu re hevdîtinekî kir. Li gor ajansa Hawar (ANHA)ê; serokê Durziyan bi sedema desteka Netenyahu ya bo Durziyên li Sûriyê seredana wî kiriye û sipasiya wî kiriye. Tarîf got:
“Tedbîrên Îsraîlê sitendiye, peyamekî zelale bo rêvebiriya Sûriyê. Îsraîl li ser soza xwe ya parastina Duriziyên li Sûriyê ye.”
Li aliyê dinê wezareta bergiriyê ya Îsraîlê di daxwuyaniya xwe de got ku wan operasyon kirine ser grûbekî redîkal ya li Sûriyê. Grûba navborî li der û dora Şamê xwe amade dikir da li navça Eşrefiyê û Sahneyayê êrîş bike ser Durziyên sîvîl.
Şamê jî êrîşa Îsraîlê ya ku nêzî koşka serokkomariya Sûriyê kir, şermezar kir û êrîşê bi talûke bi nav kir.
Rêvebiriya Şamê dixwaze Durziyan bê ti şertekî mecbûrê serçemandinê bike û wan bixe bin destê xwe lê Durzî bindestiyê qebûl nakin û dixwazin otonom bin. Lewra Şam êrîşê Durziyan dike û di şerê dawiyê yê navbera her dû terefan de ji 73 kesan zêdetir kes can dabû. Li ser rewşa Durziyên Sûriyê serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu weha got:
“Ez bi serokê rûhanî yê Durziyên Îsraîlê bi Şêx Muwafak Tarif re civiyam. Ji ber êrîşa me ya do ku me li hemberê koşka serokkomariya Sûriyê kiribû hatibû sipasiya min bike. Bi vê êrîşê, me peyamekî zelal da Sûriyê. Îsraîl wê Durziyên Sûriyê biparêze. Em îznê nadin ku zerarê bidin Durizyan û em ê li hemberê Şamê têbikoşin.
Min ji Şêx re got ku em weka her carê bendene ku civaka Durziyên Îsraîlê li pey qanûnan here. Em, şiddeta li hemberê sîvîlan û hêzên ewlehiyê qebûl nakin. Îsraîl dewleta hûqûqêye û ev nayê munaqeşekirin. Şêx bi min re di heman fikrê de ye. Bûyerên şiddetê yên îstîsna ku ji nav civakê dertên şermezar kir. Lîdertiya civaka Durziyan, di nav dewleta Îsraîlê de nîzama dewletê û hûqûqa dewletê bi biryar diparêze.”
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




