Serokê Asayîsa Netewî ya Îranê: Me cih û hewla kustina Fexrîzade zanibû

Serokê Asayîsa Netewî ya Îranê: Me cih û hewla kustina Fexrîzade zanibû

PeyamaKurd - Sekreterê Encûmena Asayîşa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand ku Îranê pêşbînî dikir ku hewla kuştina Muhsîn Fexrîzade li wê derê bê dayîn.

Elî Şemxanî îro 30yê ji televîzyona Îranê re da xuyakirin: “Hêzên ewlehiyê yên Îranê pêşbîniya hewla kuştina Fexrîzade dikirin û her li wê derê hat kuştin, lê ev mijar bi cidî negirtin, ji ber ku ev agahî, di nava 20 salên derbasbûyî de behsa plana kuştina wî dihate kirin.”

Şemxanî dibêje: “Em li ser piştevaniya pasevanên Fexrîxade dixebitîn, lê dijmin bi awayekî nû û profesyonel kuştina Fexrîzade bicih anî.”

Elî Şemxanî daye zanîn: “Fexrîzade zanayekî bêhempa yê atomî bû, roleke wî ya mezin di pîşesazî û berevaniya atomî de hebû, lê li Îranê gelek nimûneyên weke Fexrîzade hene, dijmin nikare dawî li şiyana wan bîne.”

Serokê Navenda Lêkolîna Teknolojî ya Wezareta Berevaniyê ya Îranê Muhsîn Fexrîzade, 27ê Mijdarê li nêzîkî Tehranê hat kuştin ku Îran Îsraîlê bi wê êrîşê tawanbar dike, lê Îsraîlê bi daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê Elî Cohen ev yek red kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin