Serokê dînî yê Sunniyan got: “Tekane rê peymanekî adilane ya bi DYA re ye”

Serokê dînî yê Sunniyan got: “Tekane rê peymanekî adilane ya bi DYA re ye”

PeyamaKurd – Serokê dînî yê Sunniyên Îranê û hem îmamê mizgefta Zahidan Mekki, Mewlewî Abdulhemid balê kişand ser rewşa xerab ya leşkerî û aborî ya Îranê û bang kir ku rêya çareseriyê ew e ku peymanekî adilane bi Amerîka re bikin.

Abdulhemid hişyariyê da ji bo rewşa seha hewayî û avahiyên bingehîn yên Îranê ku di bin tehdîdê de ne.

Mewlewî Abdulhemîd di 21 ê Nîsana 2026an de, roja Sêşemê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de behsa şerê ku 7 hefteye dewam dike kir û bandora şer ya li ser Îranê rave kir. Abdulhemîd behsa qelsiya bergiriya Îranê ya hewayî kir û got:

“Seha hewayî ya me, di bin kontrola dijmin de ye. Avahiyên esasî yên Îranê bi tinebûnê re rû bi rû ne. Hêzên me yên hewayî xwediyê şiyanên têra xwe nîne.”

Îmam, ji tundrewên Îranê re got ku wê çawa hesabê hilweşîna Îranê bidin. Çareseriya derketina ji nav arîşeyan ew e ku bi DYA re peymanekî adilane bikin.

Îmam her weha tundrewên ku nahêlin peyman çêbibe rexne kir û got:

“Ew tundrewên ku nahêlin peyman çêbibe û pêşî lê digrin, eger sibê welat wêran bibe, wê çi bersivê bidin Xwedê û vî xelkê bindest?”

Agirbes, roja Çarşemê seet di 02.50an de diqede.