Serokê Fransa Macron ji bo seradana bi 3 rojan giha Pekînê

Serokê Fransa Macron ji bo seradana bi 3 rojan giha Pekînê

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo seredaneka fermî ya ji bo 3 rojan giha payîtexta Çînê Pekinê. Macron serê siba giha Pekinê û di daxwuyaniya xwe de got ku ew li hemberê qutkirina têkiliyên aborî yên bi Çînê re ye. Macron her weha xwest ku ji bo şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê raweste divê Çîn bêhtir xebatê bike. Macron weha got:

“Ez terefdarê pêşdebirina têkiliyên bi Çînê re me. Divê em pêwendiyên xwe bi Çînê re nebirin û xwe ji Çînê dûr nexin. Hem Çîn dikare di çareseriya şerê navbera Rûsya-Ûkrayna de roleka baş bigre ser xwe.”

Macron li Çînê ji aliyê serokê Çînê Şi Cinping de hat pêşwazîkirin, pê re hevdîtinekî kir û tevlî xwarina ku ji bo wî hat dayîn, bû. Macron wê di 7 ê nîsanê de here eyaleta başûrê Çînê ya bi navê Guangdongê payîtexta wê Guangcouyê. Wê her dû lîder li wê derê car din hev bibînin.

Şi, hevdîtina bi mêvanên xwe re li Pekînê dike lê vê carê îşaretê da bal bajarê Guangcouyê ku wê li wê derê,ew û Macron hev bibînin û hem bajêr ciyê hilberîn û îxracatê ye. Fransa di pey Almanya û Hollanda de, di nav dewletên Awrûpa de, hevparê mezin yê sêyem yê Çînê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin