PeyamaKurd- Serokê dewleta Kazakistanê Nûrsûltan Nazarbayev ku 28 sale serokomarê Kazakistanê ye, di axaftina xwe ya bo milletê xwe de ragihand ku ew ji wezîfa xwe îstîfa kiriye. Biryarnameya îstîfayê ew bi xwe îmze kir. Nazarbayev bi rêya televîzyonên dewletê ragihand ku axaftina wî ya îro taybete, bo xwe biryareka zor daye û biryarnameya xwe ew bi xwe îmze kiriye.
Nazarbayev got ku wextê wî yê bo serokkomariyê maye lê wê di şûna wî de serokkomariyê dê serokê Senatoyê Qasim Jomart Tokayev bike û wê sibê li parlementoyê sondê bixwe. Îstîfa Nazarbayev piştî 20 meha adarê dikeve rê û Tokayev heya sala 2020an wê di ciyê wî de îdare bike.
Nazarbayev 79 saliye û welatê wî Kazakistan gelek dewlemend e. Nûfûsa welat 18 mîlyone û ji aliyê petrol, ûranyûm, hesin û zêr de gelek zengîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin