PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih yasaya nû hilbijartinên pêşwext a Iraqê pesend kir.
Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Berhem Salih yasaya nû ya hilbijartinê parlamentoyê şandibû ber destê wî pesend kiriye.
Di yasaya hilbijartinên Iraqê de di herêm û bazineyên hilbijartinan de, guhertin hatibûn kirin û ew guhertin aliyên siyasî yên Iraqê ve li parlamenê hatibûn pesendkirin.
Li gorî yasaya nû, kutleyên partiyên siyasî bi lîsteyên veşarî û eşkere beşdarî hilbijartinan bibin û endamên komîseriya hilbijartinê jî ji kesên serbixwe û dadgeran pêk tê.
Serowezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beriya niha ragihandibû ku wê hilbijartinên pêşwext di meha Hezîrana 2021ê de werin encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin