Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif sibê diçe Tirkiyê

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif sibê diçe Tirkiyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf li ser daweta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan sibê diçe Ankara. Serokê daîra danûsitendinan yê serokkomariya Tirkiyê Burhanettin Duran ragihand ku Şahbaz Şerîf li ser daweta Erdoğan diçe Tirkiyê.

Duran ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û weha got:

“Di hevdîtinan de dê li ser temamê bazirganî û veberhênanên di navbera Tirkiyê û Pakistanê bê axaftin. Wê temamê pêwendiyan car din di ber çav de derbas bikin û dê behsa ramanên di derbareyê pêşdeçûnên herêmî û kureyî bikin. Di seredanê de wê forûma karsazî jî bê li dar xistin.”