Serokwezîrê Polonyayê: Êdî bi tu awayî pêwîstiya me bi gaza Rûsyayî tune

Serokwezîrê Polonyayê: Êdî bi tu awayî pêwîstiya me bi gaza Rûsyayî tune

PeyamaKurd – Serokwezîrê Polonyayê di derbarê wateya rawestandina hinardeya gaza xwezayî ya Rûsyayê de ji bo Polonyayê axivî û diyar kir, ev tê wateya bandora rêkarên wan ên li hemberî Rûsyayê û êdî bi tu awayî pêwîstiya wan bi gaza Rûsyayî tune.

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki do da zanîn: “Rûsyayê hinardeya gazê ya ji bo Polonyayê sekinandiye. Ev yek bandora çalakiyên me yên ji bo serweriya Ukraynayê ye û me karibû xwe li hemberî şerxwaziya gaza Rûsyayê biparêzin.”

Herwiha Morawiecki eşkere kir: “Dema Rûsyayê firotina gazê ya ji bo Polonyayê sekinand, em bi her awayî ji gaza Rûsyayê serbixwe ne.”

Di berdewamiyê de Mateusz Morawiecki got, sedema rawestandina hinardekirina gazê ji aliyê Rûsyayê ve ji ber wê ye ku ew razî nebûye danûstandin bi rubleya Rûsî bê kirin wek ku Putin daxwaz kiriye.

Herî dawî Mateusz Morawiecki bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku ne tenê daxwaza Rûsyayê ya ji bo danûstandinên bi ruble bi cih neyînin, di heman demê de baca gumrukê jî ji bo petrol û gaza Rûsyayê ferz bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Sêşemê 26ê Nîsana 2022an ji ber ku bi rubleyê perê heqê gaza xwe nedan, Gazprom a kompanyaya Rûsî gaza Bulgaristan û Polonyayê bi temamî birîbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin