PeyamaKurd – Di çapemeniyê de hat ragihandin ku tevî aigrbsê jî li Lubnanê êrîşên ser Hîzbûllahê dewam dikin lê ji ber hukumeta Lubnanê berê gotibû wê Hîzbullahê bêçek bikin û nikaribû bike, serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam ji Amerîkayê ji bo Hîzbûllahê bêçek bike û destekê bide Lubnanê dê alîkariyê bixwaze.
Ev agahî wisa kir ku şêwrimendê serokê dînî yê Îranê yê Mucteba Hamaney ku hem şêwrimendê pêwendiyên navdewletiye Ali Ekber Welayetî hişyariyê bide Lubnanê. Welayetî ji bo Newaf Selam got:
“Eger hun rola Hîzbûllahê ya bêhempa piştguh bikin, wê Lubnan bi talûkeyên ewlehiyê re rû bi rû bimîne ku wê dermanê wê jî tine be.”
Rêvebiriya Lubnanê piştî êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê ji bo ji nûh de ava bikin, wê ji DYAyê peketekî aboriyê daxwaz bike.
Li gor TV ya Kanal 12 ya Lubnanê ku binkeya agahiya xwe biriye ser çavkaniyekî Lubnanê; gotiye ku rêvebiriya Lubnanê wê ewilî agirbesê daxwaz bike. Di pey de jî wê desteka paketa aboriyê jiDYAyê bixwaze. Welayetî di ser hesabê xwe yê Xê de ji bo Newaf Selam weha got:
“Divê Newaf Selam bizanibe ku piştguhkirina rola Hîzbûllahê ya berxwedanê ya bêhempa, wê Lubnanê bi talûka ewlehiyê re rû bi rû bihêle ku dermankirina wê mumkun nîn be. Aramiya Lubnanê tenê girêdayê sînerjiya dewlet û berxwedanê ye.”