PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li bijîşkê kurd ê serkeftî û naskirî di asta cîhanê de, Dr. Azad Necar ê nîştecihê Swêdê kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li Dr. Azad Necar kiriye û pesnê dahênanên kurd da û destnîşan kir ku cihê şanaziyê ye bijîşkekî kurd bi riya dahênanekê bikare li ser asta cîhanê wê destkefta girîng bi dest bîne û hêviya serkeftinê jê re xwest di xizmetkirina mirovahiyê de.
Dr. Azad Necar spasiya piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û amadehîya xwe jî bo xizmetkirina Kurdistanê bi her awayî û bi taybetî di warê tenduristî û pêşxistina dahênan de da xuyakirin.
Dr. Azad Necarê ku li seranser cîhanê bi xebatên xwe yên bijîşkî – zanistî navûdeng bûye li Zaxoyê hatiye dinyayê.
Piştî xwendina beşa Tibê li Zanîngeha Mûsilê di salên 1990an de çûye welatê Swêd û li wir xebatên xwe yên bijîşkî bi taybet di warê dil de berdewam kiriye ku di asta cîhanê de serkeftinên mezin bi dest xistine.
Dr. Necar dahênerê dilê çêkirî (sunî) ye ku piştî xebata nêzî 20 salan ew proje bi ser xistiye û hêviyeke mezin daye mirovahiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin