Tirkiye: “Amerîka bê dilê xwe ye lewra bername hêdî dimese”

Tirkiye: “Amerîka bê dilê xwe ye lewra bername hêdî dimese”

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar li ser mijara herêma bi ewle û dewriyên hevpar axifî. Akar ragihand ku Amerîka bernamê derengî bixîne, dê xebat bi dawî werin û wê ew bi xwe navoka xwe bibirin û planên wan yên B û C hene. Wezîr got ku bi Amerîka re dewriyên bejayiyê û hewayî yên hevpar dikin lê divê bername dereng nemîne. Akar weha dewam kir:

“Em bi hevre dewriyên bejayiyê û hewayî dikin û bo avakirina baregehên herêmî dixebitin. Hey tişt li gor hedef û armanca me bin em ê bi hevre bixebitin. Eger derengxistin hebe, ev xebat dê biqedin û me amdekariyên xwe kiriye. Eger pêwist be em ê navoka xwe bi xwe bibirin. Bo rojhilata Firatê Amerîka me meşxûl bike, planên me yên B û C hene. Em dikarin herekatê havîn û zivistanê tev bikin.”

Akar ragihand ku Amerîka tiştan bê dilê xwe dike, îşan hêdî dike, pêvajo gelek hêdî dimeşe. Her tişt mukemmel nîne. Dewriyên bejayiyê wê sefha bi sehfa bimeşe. Wê bo 440 km yan be û armanc temamê sînorê xwe bixin bin ewlehiyê.

Akar gilî û gazinên xwe bo Amerîkayê aşkera dike û dibêje ku Amerîka alîkariyê dide HSDê lê rêvebirê Pentagonê yê grûba têkoşîna li dijî rêxistinên redîkal Chris Maier weha dibêje:

“Em di alîkariya xwe de zelal in. Em alîkarî didin HSDê. Em her meh lîsta sîlih û alavên ku didin HSDê, didin Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin