Her dû dewlet dîplomatên hev pasde sandin

Her dû dewlet dîplomatên hev pasde sandin

PeyamaKurd- Rêvebiriya Ûkraynayê dîplomatekî Rûsyayê yê ku di balyozxane ya Lvivê de dixebitî, derxist derveyê sînor. Rûsya jî dîplomatekî Ûkraynayê ku di balyozxane ya St. Petersburgê de dixebite, beyan kir ku dê wî dîplomatî naxwazin û dê wî bişînin welatê wî.

Rêxistina ewlekariyê û îstîxbarata hundir ya Ûkraynayê ragihand ku Îstîxbarata Rûsyayê li Lvivê leşkerekî teqawud razî kiriye û bi rêya wî rêxistinên sîvîl yên rojavayê welat, di derbarê teşkîlatên leşkerî û polîs de agahî dicivîne û dide dîplomatê Rûs yê li balyozxane ya Lvivê.

Li ser bûyera jorê ew dîlomatê Rûsya ji Ûkraynayê hatiye derxistin.

Wezareta karên derve ya Rûsyayê di mijarê de ragihand ku dê Rûsya jî dîplomatê Ûkraynî yê li balyozxaneya St. Petersburgê derxin derveyê sînor. Hem Rûsya dibêje ku dîplomatê wan di derveyê wezîfa xwe de tiştekî nekiriye û Ûkrayna delîlekî nedaye destên wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin