Li Îranê siyaseta tirsandinê: Dewletê dest danî ser mal û milkên 262 kesan

Li Îranê siyaseta tirsandinê: Dewletê dest danî ser mal û milkên 262 kesan

PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Dadweriya rejîma Îranê Muhsin Ejêyî, li dijî bikarhênerên torên civakî û çalakvanên ku dîmenan ji bo derveyî welat dişînin, daxuyaniyeke tund belav kir.

Ejêyî diyar kir ku her kesê di vê demê de nûçeyên ne li gorî daxwaza dewletê belav bike, wekî "xayîn" û "xizmetkarê dijmin" tê dîtin û dê bi tundî were cezakirin. Herwiha hate diyarkirin ku rejîmê dest danîye ser mal û milkê 262 welatiyan.

Şer û qedexeya agahîdanê

Ejêyî destnîşan kir ku ji ber "şert û mercên şer" ên piştî operasyonên Amerîka û Îsraîlê, kontrolkirina agahiyan ji bo wan mijareke ewlehiya neteweyî ye.

Di dema ku înternet li seranserê Îranê bi giranî hatiye birîn de, Ejêyî gef xwar ku ew ê bi rêya sîstemên xwe yên şopandinê hemû kesên ku dîmenên pevçûn an jî nerazîbûnan dişînin derve, dadgeh bikin.

Destbiserdegirtina milkên welatiyan

Li aliyê den Dezgeha Dadweriyê ragihand ku wan dest daniye ser mal û milkên 262 welatiyên ku bi "tawanên siyasî" dihatin tawanbarkirin. Ev milkên ku li parêzgehên wekî Tehran, Gîlan û Esfehanê ne, bi hinceta ku xwediyên wan "xulamokên biyaniyan" in, hatine desteserkirin. Çavdêrên mafên mirovan balê dikşînin ku ev pêngav nîşana polîtîkayeke nû ya tirsandinê ye daku xelk di van rojên krîtîk de bêdeng bimîne.