PeyamaKurd - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nafî Ebdulla got, di gera duyem a danûstandinên Kurdî – Kurdî de pêkanîna lêvegera siyasî tê guftûgokirin û bi biryar in diyalog bigihîjin encamê.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafi Ebdula ji K24ê re ragihand, mehek e qonaxa duyemîn a diyaloga Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) berdewan e û xala girîng a di vê qonaxê de tê guftûgokirin xala pêkanîna lêvegera siyasî ye û guftûgo di asteke baş de didomin bi taybet li ser desthilat û erkên wê lêvegerê.
Nafî Ebdullah tekez kir, ew wek ENKSê bi biryar in ev diyalog bigihe encamên xwe û her dema astengî û zehmetî bikevin pêş diyalogê ewê hewl bidin asankariyan bikin, ta diyalog bi ser bibe.
Li ser birîna avê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve ji ser bajarê Hesekê da xuyakirin ku aliyên diyaloga Kurdî – Kurdî bi aliyê Amerîkî re behsa pirsa birîna avê ji Hesekê dikin, ji bo Amerîka fişarê li Tirkiyê bikin û avê ji ser Hesekê nebire.
Rêveberê PDK-Sê derbarê rûbirûbûna vîrûsa Koronayê û hevkariyên navdewletî de da zanîn, wan wek ENKSê daxwaza alîkariyên tendirustî ji bo rûbirûbûna Koronayê ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û welatên bihêz kirine, lê heta niha tenê alîkarî ji Herêma Kurdistanê gihîştina Rojavayê Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin