Yezdanpenah rastî êriseke çekdarî hat

Yezdanpenah rastî êriseke çekdarî hat

PeyamaKurd - Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpenah li Hewlêrê rastî êrişeke çekdarî hat.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin do danê êvarî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, du kesên bi motorsiklet nêzî karwanê wesayîtên ku Husên Yezdanpenah jî tê bû, bûn û bi çekan êriş kirin. Hat zanîn ku Yezdanpenah ji vê êrişê xilas bûye û rewşa wî baş e.

Herwiha di vê êrişa ku berpirsên PAKê rejima Îranê berpirsyar digirin de ziyaneke canî çênebû. Berpirsên wê partiyê diyar kirin armanca êrişa terorî ew bû ku Husên Yezdanpenah qetil bikin.

Van heyamên dawîn êrişên li ser berpirsên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku xebatên xwe li Herêma Kurdistanê birêve dibin, zêde bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin