Medya Tirk: TSK li ser sînorê Rojava 10 baregehan ava dike

Medya Tirk: TSK li ser sînorê Rojava 10 baregehan ava dike

PeyamaKurd  - Li demeke ku nîqaşên li ser avakirina herêma ewle li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û rêkeftinek di navbera Tirkiye-Amerîkayê de hatiye kirin de, medya tirk îdia kir ku Tirkiye di qonaxa yekem de 10 baregehên leşkerî li ser sînorê Rojava ava dike.

Piştî hevdîtinên rayedarên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê yên 5-7ê Tebaxê, herdu aliyan jî dabû xuyakirin ku wan li ser damezrandina navendeke hevbeş a leşkerî li hev kirine.

Roja duşemê jî ji bo xebatên wê navendê heyeteke leşkerî ya Amerîkayê derbasî bajarê Rihayê bûbû û li ser sînor jî dest bi lêkolînan kiribû.

Medya Tirk îro îdia kir ku di çarçoveya avakirina herêma ewle de, Artêşa Tirkiyê (TSK) di qonaxa yekem de 10 baregehên leşkerî yên çavderiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ava dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin