PeyamaKurd- Li Hindistanê barana zêde bû sedema ku bi xwe re brûskê jî anî û di encama lêdana brûskan de 83 kes mirin 10 kes jî birîndar bûn. Rêvebirê hukumeta Hindistanê Upendra Pal ragihand ku brûsk li eyaleta Biharê xistiye.
Ji 83 kesên ku mirine 13 kes ew kesin ku li devera Gopalganjê di kargehên zîraî û ajalkan de dixebitin. Kesên mayî di deverên cuda ne. Pal got ku tedawiya 10 kesan li nexweşxaneyan dewam dike.
Sala borî jî li eyaleta Biharê de 39 kes bi sedema lêdana brûskê jiyana xwe ji dest dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin