PeyamaKurd - Ofîsa rêveberiya karesat û alîkariyê ya eyaleta Uttar Pradesh a bakurê Hindistanê di daxuyaniya îro de ragihand ku ji ber rewşa hewayî ya dijwar a duh (Çarşem) 89 kes mirine, 53 kes birîndar bûne, her wiha zirar li 87 malan bû û 114 sewal telef bûn.
Li gorî ofîsê, hin mirin ji ber hilweşîna dîwarên malan û ketina daran di dema bagerê de çêbûne.
Serokwezîrê Uttar Pradesh ferman da rayedarên herêmî ku di nav 24 saetan de alîkariyên diravî bide mexdûrên karesatê.