PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li herêma Ladakhê aşîtê berfê ket ser rêya otobanê û di encamê de di bin aşîta berfê de 6 kes mirin. Di rûdana aşîta berfê de 15 erebe di bin aşîtê de mane û lêgerîn û rizgarkirina alav û kesan dewam dike.
Rayedarê herêma Ladakh Vishal Atri di daxwuyaniya nivîskî de rûdanê ragihand. Di rûdanê de heya niha 4 zilam, jinekî û zarokekî hatine tesbîtkirin ku mirine.
Lê ji ber 15 alav di bin aşîta berfê de ne, dibe ku jimara miriyan û birîndaran zêdetir bibe.