PeyamaKurd – Li welatê Pakistanê çiyavanê Farnsiz yê ku hildikişiya bandeva K-6an, aşîtê berfê ket serê û mir. Çiyagerê Fransiz Guillaume Pierrel (41) di bin aşît de ma û 2 çiyagerên ku wendane û li wan digerin.
Rûdan, li Bakûrê Pakistanê li herêma Gilgit-Baltistanê qewimî. Li gor ragihandina Kuluba Alpê ya navenda wê Îslamabade, Pierrel, li devera Gilgit-Baltistanê li Ghanche çiyayê ku bilindahiya wî 7. 282 metreye, tîma çiyageran dema hildikişiya çiya, di bin aşît de man. Aşit di bilindahiya 5 hezar metreyi de bi ser wan de ket.
Di nûçeya rojnama Dawnê hat gotin ku tîma çiyageran ya ji 3 kesî pêkdihat di 6ê Hezîranê de dest bi hilkişandinê kirine. Kesên niha wendane çiyavanên Fransiz Boris Jule û ji Îsvîçreyê Christina Maria ne.