PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê li bilindahiya deverê berfa ku bilindbûna wê ji 6 metreyan zêdeye, ji bo welatiyan dibe talûke.
Tîmên vekirina rê yên parêzgehê, dixebitin da wan rêyan bi temamî ji talûka berfê paqij bikin. Rêyên ku berê ji berfê vekiribûn, weka tunelan bûn û hêjî talûkene.
Tîmên xebatê bi taybetî rêyên li dora golên Datê dixebitin. Bi taybetî bi excavatoran dixebitin ji ber berfa her dû aliyên rê, dikare bikeve ser kepçe û dozeran û ji bo jiyana ajotvanan dibe talûke.