Sibe Ahmet Turk jî ligel şanda Îmralî diçe cem Ocalan

Sibe Ahmet Turk jî ligel şanda Îmralî diçe cem Ocalan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezareta Dadê ya Tirkiyê serlêdana DEM Partiyê ya ji bo çûyîna şanda Îmralî bo Abdullah Ocalan pejirandiye.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, îro 26ê Sibatê di civîna rojnamevanî ya li navenda partiyê de ragihandibû ku serlêdan bo çûyîna Girava Îmraliyê hatiye kirin.

Piştî vê daxuyaniyê bi demekê Navenda Giştî ya DEM Partiyê ragihand ku serlêdan hatiye qebûl kirin û şande sibe hevdîtinê ligel Abdullah Ocalan dike.

Li gorî daxuyaniyê wê 7 kes biçin hevdîtina Ocalan.

Herwiha hate diyarkirin ku vê carê siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan,Cengîz Çîçek, Faik Ozgur Erol  jî ligel parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder cara yekem di hevdîtina ligel Ocalan de cî digire.

Ev nivîs 192 car hatiye xwendin.