Siûdî: Destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê ji bo civaka erebî gef e

Siûdî: Destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê ji bo civaka erebî gef e

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî şandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji Lîbyayê re şermezar kir û ragihand, destwerdana Tirkiyê biryarên Konseya Ewlekariya NY binpê dike.

Ajansa Was a Erebistana Siûdî ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê, biryara Tirkiyê ya şandina leşkeran bo Libyayê şermezar kiriye û wiha gotiye:

"Erebistana Siûdî tekez dike ku şandina hêzên Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve gefekê li ser aramî û ewlehiya Lîbyayê û aramiya erebî û ewlehiya herêmî çêdike. Ji ber destwerdana kar û barên hundirîn ê dewleteke erebî dike û ev yek pîvan û zagonên navdewletî binpê dike."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin