PeyamaKurd- Siyasetmedarê Iraqî Nacih Mîzan, derbarê girtina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û jina wî ji hêla hêzên Delta yên Amerîkî ve li ser rûpela xwe ya Facebookê şîroveyeke balkêş kir.
Nacih Mîzan bi awayekî nerasterast behsa milîs û komên ku ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve têne xwestin yên wekî serokên milîsên Iraqî ku niha xwe wekî hukumdarên welêt dibînin, kir.
Mîzan got: "Ji îro û pê ve, her kesê ku ji hêla Trump ve tê xwestin û lêgerîna wan heye, divê jina xwe vegerîne mala bavê wê da ku rûmeta xwe ji Hêzên Delta biparêze."
Siyasetmedarê Iraqî şîret li milîs û grubên nêzîk wan milîsan kir ku ew wek ‘Dûvik’ pênase kirin û got: “Ez ji hemûyan re şîret dikim ku ebayê Emtar Meyahi li xwe bikin ji ber ku Dewletên Yekbûyî ji ebaya wê ditirsin”
Hêjayî gotinê ye, Emter Meyahî berbijêreke jin a ser bi Heşdî Şeibî ya Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bû, piştî ku milîsan gotin Amerîka ji ebayê wê ditirse, lê nekarî zêdetir ji 100 dengan bidest bixe û ev jî weke bûyerekî mîzahî tê bikaranîn.