Skandala Mucteba Xamineyî: Milkên wî yên li Londonê bi krediyên karsazên Îsraîlî hatine kirîn

Skandala Mucteba Xamineyî: Milkên wî yên li Londonê bi krediyên karsazên Îsraîlî hatine kirîn

PeyamaKurd - Li gorî lêkolîneke nû ya platforma lêkolînê ya navneteweyî ICIJê,  derket holê ku milkên luks ên Rêberê Olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî yên li Londonê, bi krediyên ji şirketeke karsazên bi eslê xwe Îsraîlî hatine fînansekirin. Ev îdiayên derbarê “tora darayî ya veşartî” ya malbata Xamineyî de li qada navneteweyî dengvedaneke mezin çêkir.

12 xanî li kolana milyarderan

Lêpirsîna ICIJê nîşan dide ku di sala 2013an de, bi rêya şirketeke sexte ya li Girava Manê, 36 milyon pound kredî hatiye girtin da ku li devera navdar a Londonê, Bishops Avenue (ku wekî “Kolana Milyarderan” tê naskirin), 12 xanîyên luks werin kirîn. Nirxa giştî ya van milkên malbata Xamineyî li dora 120 milyon dolarî tê texmînkirin.

Hûrgiliya herî baldar a lêkolînê ew e ku ev kredî ji aliyê şirketa veberhênanê ya Topland Groupê ya li Brîtanyayê ve hatiye dayîn. Ev şirket ji aliyê du birayên karsaz, Sol Zakay û Eddie Zakay ve hatibû damezrandin, ku her du jî li Ramat Ganê ya Îsraîlê ji dayik bûne. Hat ragihandin ku ev kredî di sala 2015an de bi temamî hatiye vegerandin.

Lêpirsîn her wiha balê dikişîne ser roleke karsazê Îranî Elî Ensarî, ku tê gotin di navenda vê tora darayî de ye. Li gorî raporên Bloombergê yên berê jî, malbata Xamineyî bi milyaran dolar ji firotina petrola Îranê bi rêya şîrketên sexte li welatên wekî Brîtanya, Swîsre, Liechtenstein û Îmaratê “şûştine”. Tê îdiakirin ku ji bilî Londonê, Mucteba Xamineyî li du otêlên li Almanyayê, navendeke golfê li Spanyayê (Mallorca) û vîllayeke luks a li Dubayê jî xwedî par e.

Çavdêrên siyasî vê geşedanê wekî “nakokiyeke dîrokî” pênase dikin. Di dema ku rejîma Îranê bi salan e bi retorîka dij-Îsraîlê gelê xwe sor dike û Îsraîlê wekî “dijminê herî mezin” nîşan dide, derketina holê ya fînansekirina milkên rêberê nû bi destê karsazên Îsraîlî, wekî derbeyeke giran li rewayetiya rejîmê tê nirxandin.

Heta niha ji aliyê malbata Xamineyî an jî rayedarên Tehranê ve derbarê van belgeyên ICIJê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.