Joseph Votel: Xetereya ISÎDê didome!

Joseph Votel: Xetereya ISÎDê didome!

PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel di derbarê Herêma Kurdistanê û IŞÎDê de daxuyaniyên girîng dan.

Joseph Votel hate Kurdistanê û bi erkdarên Hikûmeta Kurdistanê re hinek hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan Votel ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku li Herêmên Kurdistanî yên ku nîqaş li ser wan heye de Xetereya IŞÎDê didome. Her roj li van herêman êrîşên mezin çêdibin. Amerîka dixwaze ku Hêzên Iraqî û pêşmerge bi hev re van herêman biparêzin.

Joseph Votel wiha berdewam kir: Di koalîsyona me ya li dijî IŞÎDê de, ji hevkarên me yên herî girîng yek jî hêzên pêşmergeyan e. Di azadkirina gelek herêmên Iraqê de bandora pêşmergeyan pir çêbû. Heke Hêzên Iraqî û pêşmerge bi hev re van herêman biparêzin, koalîsyon jî wê piştgiriya wan bike.

Piştî ku di 16ê Cotmehê de ev herêm ji destê pêşmergeyan derketin, ewlehî li herêman nema û êrîşên IŞÎDê li ser van herêman zêde bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin