PeyamaKurd - Berdevkê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre re ragihand ku wan bi YNKê re li ser 18 xalan li hev kiriye û dibe ew made kêm yan jî zêde bibin.
Seidî Ehmed Pîre ji medya Kurdistanê re diyar kir, rêkeftina PDK-YNKê pênaseya şêweya pêkvebûn û şirîkatiya rasteqîn a navbera YNK û PDKê dike.
Pîre bal kişand ser, “Rêkeftina navbera PDK û YNKê ji 18 madeyan pêk tê, egera zêdebûn û kêmbûna madeyan jî heye” û got: “Divê ev şirîkatî rengê xwe bide warên aborî, bazirganî, siyaseta darayî û şefafiyet, hinardekirin û firotina petrolê, herwiha guhertina hêzên Pêşmerge ji hêza partî bo hêzeke niştimanî, bi pêvajoyeke wisa ku jê re reforma Wezareta Pêşmerge tê gotin.”
Seidî Pîre got: “Ez û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji bo nivîsandina reşnivîsa rêkeftina siyasî hatine erkdarkirin, lê hêj rêkeftin temam nebûye, em gihiştine wê yekê ku heta niha 80%ê wê bi dawî bûye. Tenê di hinek xalan de cudahiyeke me ya kêm heye.”
Hêjayî gotinê ye 5ê Sibata 2019an, polîtburoyên PDK û YNKê civiyan û lijneyek pêk anîn ji bo nivîsandina reşnivîsa rêkeftineke siyasî, daku polîtburoyên herdu aliyan îmze bikin û li ser wê biryar were dayîn.
Herwiha biryar e berî civîna parlementoyê di 18ê vê mehê de PDK û YNK careke din li ser asta bilind bicivin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin