Saredarê HDPî yê Qersê bo dozgeriyê hat vexwendin

Saredarê HDPî yê Qersê bo dozgeriyê hat vexwendin

PeyamaKurd – Piştî ku doh Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi biryarekê dest danî ser 3 şaredariyên bajarên bakurê Kurdistanê yên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê, îro jî şaredarê HDPî yê Qersê Ayhan Bilgen bo serdozgeriyê hat vexwendin.

Bilgen ragihand ku derheqê wî de dosyeyeke bi tohmeta ‘damezrandina rêxistina terorê û birêveberina wê’ tê amadekirin û got, heger dihizirin ku qeyûm tayîn bikin ez wan kesên bajar şêlandine pêşniyarî wan dikim.

Ayhan Bilgen li ser hesabê twitterê wiha got: “Heger dihizirin ku qeyûm tayînî Qersê bikin, ez wan kesên bi salan bajar şêlandine û çav ji wan re hatiye girtin pêşniyar dikim. Hem dê burokratek bi deynan re eleqedar bibe hem jî dê dizek bêyî ku mijuliyê bi 900 personelên naylonî bikin berîkên xwe tije bikin!”

Li aliyê din hat zanîn ku îro polîsan bi ser mala li Stenbolê ya hevşaredara Qersê Şevin Alaca de girtiye.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin