PeyamaKurd – Serokerkanê Îranê tumgeneral Muhammed Baqirî dewletên Ereb yên ku bi Îsraîlê re têkiliyên xwe normal kirine tehdîd kir û weha got:
“Em hişyariyê didin hinek serokên welatên Ereb ku herkes ji wan nefretê dike û ew jî hîlekariyê dikin. Bi kûrahî bûyerên dawiyê tehlîl bikin û hesabê dahatûyê bikin.”
Baqirî Bahreynê û Îmaratan bi îxaneta bi doza Fîlîstîniyan re sûcdar kir û bang li wan kir:
“Bo hun nebin hedefa xelkê Fîlîstînê û ew tola germahiya mucahidan, gavekî zûtir dev ji têkilîdanana bi Siyonîstan re berdin.”
Baqirî encama şerê li Xezzayê weka serkeftinekî ragihand, grûbên Fîlîstîniyan pîroz kir û weha dewam kir:
“Di 12 rojên şer de ku şertên wan weka hev nînbûn, weka destanekî, wan qubbeyên hesin yên binê wan vala roxandin, meydanê li Siyonîstan teng kirin, em wan şervanan û mucahidên Fîlîstîniyan pîroz dikin. Bo wan silavan dişînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin