Fransa ji tetbîqata NATOyê ya Tirkiye tê de ye vekisiya

Fransa ji tetbîqata NATOyê ya Tirkiye tê de ye vekisiya

PeyamaKurd - Fransayê ji ber nakokiyên bi Tirkiyê re li ser mijara Libyayê û tacîzkirina keştiyê wan ji aliyê keştiyên deryavaniya Tirkiyê ve, xwe ji operasyona NATO ya li rojhilatê Deryaya Spî vekişand.

Balyozê Fransayê yê li Tirkiyê diyar kir ku Fransayê, NATO ji vê yekê agahdar kiriye ku ew xwe ji tebîqata li Deryaya Spî dikişîne û got, rapora NATO ya di derbarê krîza leşkerî ya di navbera keştiyên Tirkiyê û Fransayê de, piştgiriya îdîayên Fransayê nake.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî beriya niha rexneyên tund li Tirkiyê girtibûn û gotibû, “Niha Tirkiye bi awayekî berfireh şerkerên cîhadî ji Sûriyê birine Lîbyayê, ew jî berpirsyariyeke dîrokî ye û tawan e ji bo welatekî ku jê re tê gotin endamê NATO ye.”

Macron herwiha dabû xuyakirin ku yekem welatê destwerdanê di karûbarê Lîbyayê de dike, Tirkiye ye û ew di wê baweriyê de ye ku rêzê li ti biryareên konferansa Berlînê ku soz dabû nagire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin