PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) piştevanîya gavên hikumeta Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûna vîrusa koronayê kir.
Nûnerê Rêxistina Tenduristîya Cîhanî li Iraqê Dr. Edhem Îsmaîl di daxuyaniyeke xwe ya derbarê gavên hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de, dibêje; dubare ragihandina qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê û Iraqê biryareke girîng û pêwîst bû.
Dr. Edhem Îsmaîl daxwaz ji hemwelatîyên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, bi temamî pabendî rênimayên tenduristîyê bin.
Nûnerê Rêxistina Tenduristîya Cîhanê got: “Em wek (WHO) piştevanîya gavên hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê rêkarên rûbirûbûna koronayê de dikin.”
Nûnerê WHOyê herwiha diyar kir, pêwîst e hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser encamdana pişkinînan ji bo wan kesên gumana vîrusê li ser wan heye berdewam bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin