PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî ragihand, ku PDK dixwaza li Herêma Kurdistanê hikûmeteke bihêz were damezrandin û loma dirûşma wan a hilbijartinan “avakirina Kurdistaneke bihêz” e.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Duhokê di ahenga propagandaya partiya xwe de axivî û got: “Rejîmên berê yên şovenîst ên Iraqê hewl dan nîşanên welatperwerî û niştîmanî li Behdînan nehêlin lê Akrê bû deriyê raperîna Behdînanê û selmand ku Akrê kelha berevaniyê û parêzvanê rêbaza pîroz a Barzanî û PDKê ye.”
Mesrûr Barzanî balkişande ser giringiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û diyar kir: Ev hilbijartin ên we ne û berbijêr ên we ne, biryarên ku ew li parlamentoyê didin dê rasterast bandorê li çarenivîs û jiyana we bikin. Lewma biryareke wisa bidin ku di berjewendiya we de be. Berbijên hûn ji wan bawer dikin hilbijêrin da ku ew jî berevaniya mafên we bikin.”
Di berdewama axaftina xwe de Mesrûr Barzanî amaje bi şerê DAIŞê û herwiha êrîşa artêşa Iraqê ya ser Kerkûk û navçeyên nakok kir û da xuyakirin: “Di dema borî de em rastê êrîşa terorîstan û kêşeya nehezan bûn, ku dixwestin statûya Kurdistanê nemîne. Lê PDKê beriya hemû aliyan di bereya berevaniyê de cihê xwe girt.
Endamê Polîtburoya PDKê got, “Kurdistana bihêz ji îro ve bi dengên we dest pê dike” û wiha berdewam kir:
“Gelek caran em dibêjin, pêwîste hikûmeteke bihêz were damezrandin. Dirûşma me jî avakirina Kurdistaneke bihêz e. Ev jî bi dengê we dibe. Bernameya PDKê ew e, ku gel serwer be, hûn biryarê bidin. Em dixwazin serkeftina we bêwêne be. Eger di hilbijartinan de PDK serkeftineke mezin bidest xist ev dê bibe sedem ku hemû bernameyên me bêyî astengî werin pêkanîn. Em dixwazin bibin şîrîkî hikûmetê lê di heman demê de me divê kes li pêşiya bernameya çaksazî û avadankirina Kurdistanê nebe asteng.”
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku PDK 72 sal in hatiye damezrandin û got: “72 sal in öe soz û peymana xizmetkirina gel daye û em xizmetê dikin. Em xwe dikin mertala parastina KurdistanêJi roja hatiye damezrandin heta niha PDK pêşeng û endazyarê destkeftên Kurdistanê ye, di hemû destanên serkeftinê de para şêr ber PDKê ketiye.
Barzanî da xuyakirin, “Hezar soz goriyê kiryarekê bin” û got: “Dema Kurdistan ket ber êrîşan serokê vê partiyê beriya hemû kesan çûn sengerê berevaniyê daku berevaniya xak û kerameta vî gelî biparêze, sûbe jî ew dê bi piştgiriya we herin parastina mafên we bikin.”
Endamê Polîtburoya PDKê herwiha diyar kir: “Em negihiştine qonaxa dawîn hê jî gelek plan li dijî me hene. Mixabin, eger îxaneta navxwe û ya 16ê Comehê neba îro me dê ahengên serkeftinên mezintir gêraba. Roja 25ê vê mehê dê salek bi ser mezintirîn destkefta gelê Kurdistanê re derbas bibin. Dema gel %93 ji serxwebûnê re got erê, hingî îradeya wî serkeft. Em ti caran dest ji mafên vî gelî bernadin. Ti caran serê xwe li hember dijminan naçemînin. Em dixwazin li gel hemû gelan di aştiyê de bijîn.”
Mesrûr Barzanî di dawiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir, ku ew xwe wek partiya hemû Kurdistanê dibînin û careke din daxwaza piştgiriyê ji bo namzedên PDKê xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin