Terefên Sunnî û Şî’a di fikra hevkariya bi Kurdistanê re yekin û kîlîda serkeftinê dibînin

Terefên Sunnî û Şî’a di fikra hevkariya bi Kurdistanê re yekin û kîlîda serkeftinê dibînin

PeyamaKurd – Terefên siyasî yên Iraqê seredana serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî gelek girîng û stratejik dibînin. Grûbên Sunne û Şîa di heman fikrê de ne ku eger bi Kurdistanê re hevkarî nebe, pirsgirêkên heyî çareser nebin, kabîna nû ya Iraqê bi ser nakeve.

Lîderên siyasî di mijarê de an ku ji bo çareseriya pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re goya niyeta xwe ya baş erînî aşkera radigihînin.

Li ser mijarê serokê Hevkariya Hasmê Selahaddin Dlemi, ji bo K24 ê peyam daye û gotiye:

“Ev seredan pêngavekî girînge ku di pêvajoya çareseriyê de bi ser bikevin. Mesrûr Barzanî li cîyê xwe, herêmê û di asta navdewletî de şexsiyetekî xwurte û dixwaze pirsgirêkan çareser bike. Dixwaze pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser bike. Ev rastiyekî zelale ku heya pirsgirêkên di navbera Kurdistanê û Iraqê de çareser nebin, nabe ku kabîna nû ya Iraqê biser bikeve.”

Şêwirmendê serokê Koalîsyona dewletê ya Qanûn yê Nûrî el-Malikî Abbas Musevi weha gotiye:

"Armanca van pêwendiyan ew e ku têkiliyên di navbera Erbîl û Bexdayê de vejîne û xwurt bike. Siyaseta Çarçova Koalîsyonê eve ku bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên baş deynin, dawî li arîşeyan bînin. Serokwezîrê nû Ali Zeydi heman siyasetê qebûl dike. Lewra çûna Zeydi bo Kurdistanê an hatina Mesrûr Barzanî bo Bexdayê ji bo bicîhanîna vê siyasetê û serkeftina wê esasekiye.”

Berdevkê Koalîsyona Nasr Akil Rudeyni jî ji bo K24ê weha gotiye:

“Seredana Mesrûr Barzanî ya Bexdayê nîşana niyeta baş ya çareseriya pirsgirêkên di navbera Erbîl û Bexdayê de ye. Pêvajoya rêvebiriya dahatû ya îdara têkiliyên Erbîl-Bexdayê; petrol, xala 140, budçe û mijarên weka mehaneyan, pirsgirêkên ku bûne kronik, ji bo çareseriyê wê têgihiştinekî hevpar biafirîne.

Ev rewş dê bike ku hukumeta Bexdayê berpisriyariyên xwe bicîh bîne. Hem Mesrûr Barzanî terefan teşwîq dike ku pêvajoya avakirina hukumeta nû bilezînin.”

Serokê Hevkariya Siyade Selah Kubaysi jî bo K24ê daxwuyaniyekî weha daye:

“Mesrûr Barzanî û PDK a di bin serpereştiya serok Barzanî de, daîma xwestine ku pirsgirêkan çareser bikin. PDK siyasetekî bi aqilane dimeşîne û xwedî şiyane ku arîşeyan çareser bike. Ev seredana han di berjewendiyên temamê Iraqê de ye. Ji ber hukumeta Ali Zeydi û terefên siyasî dixwazin pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re hene çareser bikin.”

Siyasetmedarê ku nêzî Tevgera Bedire yê bi navê Ebu Misak Mesari jî ji bo K24ê gotiye:

“Ziyaretekî heya bêjî erêniye û derfetekî mezine ji bo çareseriya pirsgirêkan. Vizyona hevpar ya hukumetê û terefên siyasî ew e ji bo li Iraqê aramî û îstîqrar bibe, divê mesela petrolê, gazê û weka xalên 140 zûtir çareser bibin.”

Ji Hevkariya Azmê Muzaffer Kerhi di mijara seredana Barzanî de bo Bexdayê weha rave kiriye:

“Pira diyalogê ya navbera Erbil û Bexdayê ji bo çareseriyan heyatiye. Ji ber krîz çendîn mezin be û wextê wê dirêj kiribe jî, esasê çareseriyê masa diyalogê ye. Hukumeta Ali Zeydi peyamên erênî şand Erbîlê. Erbîl jî peyaman bi hewldanan qebûl kir. Em hewla Mesrûr Barzanî girîng dibînin. Ji ber armanca hevpar ya van pêngavan tenê çareseriya pirsgirêkan ya mayîn de ye.”